Newroz yan jî Cejna Newrozê, cejneke çandî û dîrokî ye ku ji aliyê gelên îranî û gelek gelên din ên herêmê ve her sal di meha adarê de li seranserê cihanê tê pîrozkirin. Di serdema nûjen de cejna Newrozê di çanda kurdan de wekî cejna azadî û vejînê her sal di 21ê adarê de li seranserê Kurdistanê tê pîrozkirin. Li gorî mîtolojiya Newrozê Kawayê Hesinkar di vê rojê de li dijî serdarê zilimkar a Dehaq serhildan pêk aniye û wî têk biriye. Bi têk birina Dehaq re gelên bajêr ji bin zilmê rizgar dibin û ev roj ji bo gelên bajêr dibe roja rizgarî û şahiyê. Ji ber vê yekê cejna Newrozê di çanda nûjen a kurdan de wekê cejna azadiyê û vejînê hatiye diyar kirin. Roja 21ê adarê ji aliyê lijneya giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve di 23ê sibata sala 2010an de bi biryara jimareya 64/253an wekê Roja Newrozê ya Cîhanê hatiye îlan kirin. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1952 – Li Frankfurtê balafireke bi tîpa KLM kete xwarê, 44 kesên tê de jiyana xwe ji dest dan.
1978 – Di berxwedana ku Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger DİSK'ê lidar xist, 88 xwendekar û 14 karker û sendîkavanek hate girtin. Piştî destpêkirina berxwedanê bi tevlîbûna hin wezîran jî Komîteya Ewlekariyê li hev civiya.
1997 – Stêrkadûmdar a bi navê Hale-Bopp, di saetê de 160 kîlometir di ber dinyayê re derbas bû. Derbasbûna Stêrkadûmdar a bi çav dihate dîtin, li hemû cîhanê ji aliyê milyonan kes ve bi baldarî hate pêşwazîkirin.
1999 – Weşana MED TV'yê hate rawestandin û lîsansa wê ya weşanê hate betalkirin.