Bersîvdana hewdanî

Vîrus, bakterî, mişexwer, tozkulîlk, jehr û hwd., birînên li ser çerm, ên wekî birînên kêrê, çûyina Sitriyek jî bersîvdana hewdaniyê hander dike. Li gel hokarên nexweşiyê û birîndarbûnê, hestiyarî(allerjî) jî bersîvdana hewda

Bersîvdana hewdanî (bi înglîzî inflammatory response[1]) yek ji rêbazên beravaniya laş e. Heke hokara nexweşiyê bikeve nav laş an jî li beşek laş de birindarbûn rû bide, bersîvdana hewdanî çalak dibe. Armanca bersîvdana hewdaniyê tenêkirin, bêçalakkirin û tûnekirina hokarên nexweşiyê û xaneyên tuşbûyî ne. Her hokara ko ziyan dide xaneyan, an jî şaneyan birîndar dike, dibe sedema çalakbûna bersîvdana hewdaniyê. Li gel vîrus, bakterî, mişexwer, tozkulîlk, jehr û hwd, birînên li ser çerm, ên wekî birînên kêrê, çûyina sitriyek (dirî, kelem) jî bersîvdana hewdaniyê han dike. Li gel hokarên nexweşiyê û birîndarbûnê, hestiyarî (allerjî) jî bersîvdana hewdaniyê çalak dike. Nîşaneyên sereke yên bersîvdana hewdaniyê, sorbûn, ta, werimî û êş e[2]. Sedema van nîşaneyan, derdana madeyên kîmyayî yên xaneyên hellûşêner û xaneyên ziyangirtî yê.

Bersîvdana hewdanî yek ji corên bergiriya giştî ye.
Xaneyên ziyangirtî hin madeyan der didin ev madeyan bandor li ser xaneyên mast dike ko xaneyên mast hîstamîn der bide.

Bersîvdana hewdanî ji çar qonaxên serek pêk tê:

Birîndarbûna şane û xaneyanbiguhêre

Xaneyên ziyangirtî (birîndarbûyî) hin madeyên kîmyayî (sîtokîn) der didin, ev made xaneyên mastê han dikin. Xaneyên mast, yek ji corên xiroka spî ye, madeyen kîmyayî yên wekî hîstamîn, serotonîn û prostaglandîn der didin. Hîstamîn lûleyên xwînê yên derûdora birînê fireh dike[3], bi vî awayê herika xwînê zêdetir dibe[4]. Ji ber hîstamînê, xaneyên epîtelî (rûkeşexane) yên dîwarê mûlûleya xwînê girj dibin û dîwarê lûleyên xwînê tenik dibe[5]. Bi vî awayê diwarê mûlûleya xwînê delînbar dibe. Plasma ji xwînê derbasî nav şaneyan dibe, ev rewş derûdorê cihê birîndarbûyî diwerimîne. Prostaglandîn û lêkotrîenan (leukotrienes) navbeynkarên bersîvdana hewdanî ne. Lêkotrîen xaneyên nêtrofîlê ji xwînê arasteyê beşa birîndarbûyî dike. Her wisa lêkotrîen lûleyên xwînê he pirtir delînbar dike. Prostaglandîn bi xavkirina lûsemasûlkeyan, lûleyên xwînê fireh dikin. Sedema sereke ya êşa ji ber hewdaniyê jî prostaglandîn in. Dermanên wekî aspîrîn rê li ber derdana proglastînan digire, loma êşê kêm dike[6].

Firehbûna lûleyên xwînêbiguhêre

Madeyên wekî hîstamîn û prostoglandîn bandor li ser masûlkeyên li ser diwarên mûlûleyan dike û mûlûleyên xwînê fireh dikin. Xwîn di nav lûleyên firehtir de hê zûtir diherike.Mûlûleyên xwînê hê pirtir xwînê diguhezîne cihê birînê, firehbûna lûleyên xwînê, dibe sedema germbûn û sorbûna dewera tûşbûyî.

Zêdebûna delînbariya lûleyên xwînêbiguhêre

Dema birîndarbûnê, laşê mirov bi bersîvdana hewdaniyê li dij hokarên nexweşiyê bergiriya laş dabîn dike.

Bi heman dema firehbûna lûleyên xwînê de, navbeynkarên bersîvdana hewdaniyê (hîstamîn, prostaglandîn, lêkotrîen) lûleyên xwînê hê pirtir delînbar dike. Ev rewş rê li ber herika plazmaya xwînê û proteînên plazmayê vedike ko ji xwînê derbasî nav şaneyan bibe, ji ber zêdebûna şileya nav şaneyan, derûdorê birînê diwerime.

Gazîkirina (bangkirin) hellûşêneranbiguhêre

Lêkotrîen madeyên kîmyayî ne ji aliyê xaneyên xiroka spî ve tên berhemkirin û derdan.Lêkotrîen ji bo xaneyên nêtrofîlê nîşaneyên kîmyayî ne, heke li cihekî derdana lêkotrîen dest pê bike, ev nîşaneyan ji bo nêtrofîlan bandora bangê dikin. Nêtrofîl ber bi cihê derdana lêkotrîen ve koç dikin û li wir kom dibin. Koça nêtrofîlan a ji ber nîşaneyên kîmyayî, wekî kemotaksî bi nav dibe. Her ko nêtrofîl li dewera tûşbûyî de kom dibin, hê pirtir hellûşênerên gewre lêkotrîen der didin. Bi vî awayê li derûdora birînê hê pirtir hêllûşêner kom dibin. Nêtrofîl bi hellûşînê hokarên nexweşiyê û xaneyên ziyangirtî qûtdide. Dema têkoşîna li dij hokarên nexweşiyê de, hin ji xirokên spî jî têk dişkên û dimirin. Paşmayî yên xirokên spî, wekî kêm (îltihab) bi nav dibe. Kêma birînê ji aliyê hellûşênera gewre ve tê tunekirin[7].

Çavkanîbiguhêre

  1. ^ Berry, Lisa (23 çiriya paşîn 2005). "Mosby nurses' pocket dictionary – 33rd edition Chris Brooker Mosby nurses' pocket dictionary – 33rd edition(Ed) Mosby432pp£7.990 7234 3373 90723433739". Nursing Standard. 20 (11): 37–37. doi:10.7748/ns.20.11.37.s41. ISSN 0029-6570.
  2. ^ Samantha,, Fowler,. Concepts of biology / senior contributing authors, Samantha Fowler, Rebecca Roush, James Wise. Roush, Rebecca,, Wise, James, 1957-, OpenStax College,. Houston, Texas. ISBN 9781947172036. OCLC 896436135.{{cite book}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  3. ^ Nina,, Parker,. Microbiology. Schneegurt, Mark,, Tu, Anh­Hue Thi,, Forster, Brian M.,, Lister, Philip,, Open Textbook Library,. Houston, Texas. ISBN 9781947172234. OCLC 962280734. {{cite book}}: di |kesên-din= de di cihê 27 de soft hyphen character heye (alîkarî)CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  4. ^ Connie., Rye,. Biology. Wise, Robert R., Jurukovski, Vladimir., Desaix, Jean-Frédéric., Choi, Jung Ho., Avissar, Yael. Houston, Texas. ISBN 9781947172029. OCLC 1010949969.{{cite book}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  5. ^ G., Johnson, Leland (1987). Biology (Çapa 2nd ed). Dubuque, Iowa: Wm. C. Brown. ISBN 0697049728. OCLC 15106031. {{cite book}}: Di |edition= de nivîsa zêde heye (alîkarî)CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  6. ^ 1954-, Betts, J. Gordon,. Anatomy & physiology. Desaix, Peter,, Johnson, Eddie (Edward W.),, Johnson, Jody E.,, Korol, Oksana,, Kruse, Dean,, Poe, Brandon, 1969-. Houston, Texas. ISBN 9781947172043. OCLC 898069394. {{cite book}}: |paşnav= sernavekî bi reqaman bi kar tîne (alîkarî)CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  7. ^ Julianne,, Zedalis,. Biology for AP® courses. Eggebrecht, John,, OpenStax College, (Çapa (2nd edition)). Houston, Texas. ISBN 9781947172401. OCLC 1011689135.{{cite book}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
🔥 Top keywords: DestpêkTaybet:Guhertinên dawîÊrîşa li ser Crocus City Hallê 2024Taybet:LêgerînÎndonezyaOblasta MoskowêModul:ArgumentsPîknîk (kom)Alîkarî:NaverokAppleWîkîpediya:Derbarê Wîkîpediyayê deAsîda deoksîrîbonukleyîNewrozWîkîpediya:Dîwan (teknîkî)Partiya SeadetêModul:Namespace detect/dataZimanê kurdîKeyaniya YekbûyîLîsteya navên kurdîBraillex9vc1KurdistanMediaWikiWîkîpediya:Portala komêKalîroêAbdullah ÖcalanKurdPerûPortal Bûyerên rojaneCrocus City HallAnthony HeadŞerê Cîhanî yê DuyemErdheja Gurgum û Dîlokê 2023Hekarî (parêzgeh)Gotinên pêşiyanAtînaŞablon:Agahîdank wargeh/ceribandinQahîreDurrësŞablon:Agahîdank xwedî meqamXelfetî (navçe)Kawayê HesinkarÇînBrezîlWîkîpediya:Gavên pêşîBeqPortal NaverokWîkîpediya7ê sibatêŞablon:Agahîdank xwedî meqam/belgeWîkîpediya:DîwanBRICSEbdullah Cewdetê DaskûzayîAmedHawpaTaybet:MyTalkTirkiyeBikarhêner:Baran RuciyarWîkîpediya:FerexetnameRené DescartesMehmet Hayri DurmuşZerdeştGotûbêja bikarhêner:Penaber49Okyanûsa ArktîkWeqfa WîkîmedyayêWîkîpediya:AutoWikiBrowser/Rename template parametersRojbîn QizilMedyaya civakîQehwe û Felsefe (podkast)Wîkîpediya:Destpêk/Zaravayên kurdîHannes HegenHêrakleitosBratîslavaŞêrko BêkesWêjeya kurdîWîkîpediya:Polîtîka û dîrektîvBakurê KurdistanêAmîdîAwat BokanîOPMLDîroka KurdistanêSerokkomarBikarhêner:Balyozxane/ceribandinXinûsWîkîferhengWikimedia CommonsFatih Mehmet MaçoğluKrasnogorskGmailTuncer BakırhanHüseyin VelioğluAlmanyaya NazîMisirmhd36Robin WilliamsMelayê CizîrîPartiya Karkerên KurdistanêZerdeştîSaint-Nicolas-du-Pélem